Serê sibeha îro 37 kes li Xezzeyê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de, hejmareke welatiyên sivîl hat kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bû, ku hin ji wan li benda wergirtina alîkariyên mirovî bûn.

Serê sibeha îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de, 37 kes hatin kuştin û 90 kesên din jî birîndar bûn.

Şahidan ji ajansa Anadoluyê ya nûçeyan re ragihand ku, 15 kes dema ku li benda wergirtina alîkariyên mirovî bûn hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bû.

Herwesa di dema bombebaranên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de, 22 kesên din jî hatin kuştin ku jin û zarok jî di nav wan de hebûn.

Ji 07ê Cotmeha 2023ê heta niha, li Xezzeyê zêdetirî 56 hezar kesan hatine kuştin û nêzîkî 132 hezar kesên din jî birîndar bûne. Di êrîşa dawiyê ya Îsraîlê de jî, 37 kes hatine kuştin ku 15 ji wan kesan li benda wergirtina alîkariyên mirovî bûn.

 
Fly Erbil Advertisment