Amerîka: Hemasê li Xezzeyê êrîşî karmendên alîkariyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê ragihand, Tevgera Hemasê li Xezzeyê êrîşî karmendên alîkariyê yên Amerîkî û Saziya Mirovî ya Xezzeyê kiriye û di encama êrîşê de, ku di dema belavkirina xwarinê de pêk hatiye, du karmend birîndar bûne.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 6ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de, Tevgera Hemasê bi êrîşa li ser karmendên alîkariyê yên Amerîkî û Saziya Mirovî ya Xezzeyê tawanbar kir. Li gorî daxuyaniyê, êrîş di dema belavkirina alîkariyên xwarinê de pêk hatiye û di encamê de du karmend birîndar bûne.
Hate diyarkirin, her du karmendên birîndar niha di bin çareseriya bizîşkî de ne û rewşa wan a tenduristiyê cîgir e.
Di daxuyaniyê de hat gotin jî: "Piştî belavkirina alîkariyên mirovî li ser hezaran welatiyên Xezzeyê, êrîşkaran du bombeyên destan avêtine ser Amerîkiyan."
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand, Tevgera Hemasê ji vê êrîşê berpirsiyar e.
Bruce li ser platforma "X" di parvekirinekê de nivîsî: "Ev kiryara tundûtûjiyê ya li hemberî karmendên alîkariyê, xirabiyên Hemasê eşkere dike."
Herwiha got, Saziya Mirovî ya Xezzeyê heta niha zêdetirî 62 milyon danên xwarinê belav kirine û tekez kir: "Tiştek nikare pêşî li karê van karmendan bigire û em ji bo başbûna bilez a birîndaran dua dikin."
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyekê de Hemas tawanbar kir ku proseya belavkirina alîkariyan li Xezzeyê têk dide.