Şandeyeke DEM Partiyê serdana Abdullah Ocalan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya parlamenter Pervîn Buldan, ji bo hevdîtinê berê xwe dide Girtîgeha Îmraliyê da ku serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bike.

Ev serdan di demekê de pêk tê ku biryar e di heman hefteyê de, di çarçoveya proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê de, hejmarek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di merasîmekê de li ber çavê medyayê û aliyên pêwendîdar çekên xwe deynin.

Her çend berê hatibû plankirin ku şandeya DEM Partiyê piştî civîna bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re serdana Ocalan bike, lê serdana Îmraliyê bêyî ku sedema wê were eşkerekirin, kete beriya hevdîtina bi Erdogan re.

Şandeya ku diçe Îmraliyê ji van kesan pêk tê:

- Pervîn Buldan - Parlamentera DEM Partiyê

- Mîthat Sancar - Parlamenterê DEM Partiyê

- Ozgur Fayîk Erol – Parêzer

Li gorî agahiyan, tê çaverêkirin ku DEM Partî piştî serdanê daxuyaniyeke fermî bide û naveroka hevdîtinê ji raya giştî re eşkere bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment