Îro Şanda Dem Partiyê bi Erdogan re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e seet 3:00 ê piştî nîvroya îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) Şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi serokatiya Parvin Buldan li Koçka Serokatiya Komara Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeylê Recep Tayyip Erdogan re bicive, da ku li ser peyama dawiyê ya Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan, pêngavên pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û çekdanana PKKê biaxivin.
Ji destpêka pêvajoya aştiyê ve, Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê şeş caran bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye. Ocalan di civîna dawiyê de ragihand, “Ev pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe û berpirsiyarî dikeve ser milên hemî aliyekî.”
Ocalan daxwaz kiriye ku, ji bo serkeftina wê pêvajoyê tiştê ku pêdivî be bikin. Ocalan herwesa behsa girîngiya hevdîtina Şanda Dem Partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re jî kiriye, ku Biryar e îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) bê lidarxistin.
Serokê Zindankirî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di vî warî de gotiye, “Ew hevdîtin dê pir girîng û dîrokî be.” Şanda Îmraliyê jî gotiye ku, hêvî û baweriya Ocalan bi rola vê pêvajoyê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê pir xurt e.”
Şanda Dem Partiyê piştî bidawîhatina hevdîtina xwe ya bi Ebdila Ocalan re got, “Hevdîtina me pir erênî bû.” Hevdîtina Şanda Dem Partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re di demekê de ye ku, her kes li benda dawiya xalên pêvajoya aştiyê ye, ku tê de komeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çekên dadine an jî pûç dike.
Biryar e di navbera 10 heta 12ê vê mehê de di merasîmekê de bi amadebûna rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û Şanda Dem Partiyê û rojnamevanên navxweyî û cîhanî li parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe danin an jî pûç bikin.
Endamên Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê Perwîn Buldan, Mîthet Sancar û Ozgur Faîk Erol duhî (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) serdana Îmraliyê kir û li gel Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan hevdîtinek lidar xist.
Tevî ku pêştir biryar bû Şanda Dem Partiyê piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re serdana Ocalan bike, lê serdana Îmraliyê berî hevdîtina bi Erdogan re hat kirin bê ku sedema wê bê eşkerekirin.
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê pêştir ji bo cara yekê li roja 28.12.2024ê serdana Îmraliyê kir. Piştî wê serdanê jî, wê şandê tenê di îsal de çar carên din li rojên 22.01.2025, 27.02.2025, 21.04.2025 û 18.05.2025ê serdana Ocalan kiriye.