Kalin ji bo “proseya çekdanîna PKKê” sibe serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî geşedanên siyasî yên li Enqere û Îmraliyê, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi armanca dirustkirina hevahengiyê bo pêvajoya çekdanîna PKK'ê, serdana paytexta Iraqê, Bexdayê dike.

Ev serdan, yekser piştî hevdîtinên Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ya duh bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û îro 7ê Tîrmehê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re pêk tê û wek gaveke pratîkî ya pêvajoyê tê dîtin. Li gorî agahiyan, tê çaverêkirin ku heta roja Înê ya vê hefteyê, pêvajoya çekdanîna komeke ji endamên PKK'ê dest pê bike.

Serdana Îbrahîm Kalin ne tenê bi Bexdayê sînorkirî ye. Kalin ku di 1'ê Tîrmehê de jî serdana Herêma Kurdistanê kiribû, dê li Bexdayê bi aliyên pêwendîdar re li ser mekanîzmaya pêvajoya çekdanînê gotûbêjan bike.

Piştî vegera xwe ji Iraqê, biryar e ku Kalin roja Çarşemê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re bicive. Tê payîn ku di vê hevdîtinê de, amadekarî ji bo derxistina yasayên pêwîst û avakirina bingeha yasayî ya pêvajoyê were nîqaşkirin. 

Beriya damezrandina komîsyona parlamentoyê, Kalin bi rêya serokê parlamentoyê dê zanyarî bide partiyên siyasî. Hikûmeta Tirkiyê hewl dide ku proseyê wek siyaseta dewletê, bi beşdariya hêzên ewlekarî, parlamento û aliyên siyasî birêve bibe da ku Dem Partî, PKK û gelê Kurd bawerî bi proseyê bînin. 

Avakirina komîsyonê di proseyê de wek qonaxeke girîng ya ber bi dawiyê tê nirxandin. 

Komîsyon li ser Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê, Yasaya sizadanê û sîstema qeyûman dê rawest e. li gor zanyariyan, niha bo çareseriya pirsa Kurd avêtina gavên nû di rojevê de nîne, tenê ji bo amadekarina bingeha çekdanîna PKKê û reftarên hemberî kesên çekên xwe berdin dê werin danîn. 

Hevdîtina şanda Dem Partî li gel Abdulla Ocalan û pişt re jî li gel Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di birêvebirina proseyê de pir girîng tê dîtin. 

 
Fly Erbil Advertisment