Hejmara kuştiyên Îranê yên şerê 12 rojî bi ser hezar kesî ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Saziya Şehîdan û Cengawerên Dêrîn ên Îranê Seîd Ewhedî ragihand, hejmara kuştiyên Îranê di şerê 12-rojî yê li gel Îsraîlê de, gihîştiye 1060 kesan û pêşbînî kir ku ev hejmar hîn jî zêde bibe.

Seîd Ewhedî îro 7'ê Tîrmehê di hevpeyvîneke televizyonî de got: "Heta îşev me li seranserê Îranê 1060 kesên ezîz ên ku di şerê 12-rojî yê Îsraîlê de hatibûn kuştin, spartin axê."

Herwiha got, ji ber ku beşek ji birîndaran di nexweşxaneyan de di bin çavdêriya hûr de ne û hejmarek term jî hîn nehatine naskirin, tê payîn ku hejmara giştî ya kuştiyan bigihîje 1100 kesan. 

Li gorî gotinên Ewhedî, di nav kuştiyan de 126 jin û 41 zarok hene ku bûne qurbaniyên êrîşên Îsraîlê. Da zanîn jî, navê malbatên hemû qurbaniyan li cem Saziya Şehîdan hatiye tomarkirin û dê alîkariya piştevaniyê werbigrin.

Artêşa Îsraîlê, berbanga roja 13'ê Hezîrana 2025'an, êrîşeke berfireh a asmanî biribû ser Îranê û di navbera wan de şerekî 12-rojî derketibû. Piştre, Amerîkayê bi firokeyên B-2 berbanga roja 22'ê heman mehê, êrîşî sazîyên atomî yên Îranê (Fordo, Netenz û Îsfehan) kir. Piştî êrîşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re ragihand: "Fordo bi dawî bû, niha dema aştiyê ye."

Lê belê, roja 24'ê Hezîranê li ser pêşniyara Donald Trump, her du aliyên şer dev ji êrîşan berdan û agirbest hat ragihandin.

 
Fly Erbil Advertisment