Çavkaniyek bo Kurdistan24ê: Pirsa mûçeyan û hinardekirina petrolê ket nav bernameya Encûmena Wezîran

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Kurdistan24ê re ragihand, “Pirsa mûçeyên xelkê Kurdistanê û hinardekirina petrola Kurdistanê li ser bernameya Encûmena Wezîrên Iraqê hat zêdekirin, ku biryar e bi amadebûna wezîrên Kurd bê gengeşekirin.”

Çavkaniyekê îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Encûmena Wezîrên Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û amadebûna wezîrên Kurd niha ji bo gengeşekirina çend mijarên giştî di civînê de ye. Biryar e di wê civînê de danûstandin li ser pirsa mûçe û hinardekirina petrola Kurdistanê bên kirin û biryara pêdivî li ser bê dan.”

Ev du roj in ku şanda Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye, da ku li ser hinardekirina petrolê û çarekirina pirsgirêka neşandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê re gengeşeyan bike. Gotûbêj niha berdewam dikin, lê heta niha ji hêla Bexdayê ve biryara pêdivî nehatiye dan.

 
Fly Erbil Advertisment