Erdogan: Tirk, Kurd û tevaya gelê Tirkiyeyê serkeftiyên pêvajoya aştiyê ne

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna xwe ya bi fraksiyona AK Partiyê re li Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku, wî civîneke pir berhemdar û avaker bi Şanda Dem Partiyê re kiriye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) di çarçoveya wê civînê de ragihand, “Li pêşiyê em dê bigihîjin armanca Tirkiyeyeke bêteror û di dû re em dê bigihîjin devereke bêteror. Dost û dijmin dê şahidên van rojan bin.” Herwesa got, "Ji bo avakirina Tirkiyeyeke bêteror ti gavek nehatiye avêtin û dê neyê avêtin jî, ku canê şehîdên me biêşîne.”

Erdogan amaje jî da, "Me li rroja Duşemê pêşwaziya Şanda Dem Partiyê kir û me civîneke pir berhemdar, avaker û dilsozane kir. Me îradeya xwe ji bo gihîştina armanca xwe ya Tirkiyeyeke bêteror tekez kir.”

Navbirî tekez jî kir, "Em hêvî dikin ku ev pêvajoya bextewer bi zûtirîn dem bi awayekî serkeftî bidawî bibe, bêyî ku ti bûyerên nexwestî çê bibin, û em dê nehêlin ku ev pêvajo têk biçe jî. Bi îzna Xwedê, em dê wê mizgîniya dîrokî bidin gelê xwe ya ku ev bi dehan salan e li bendê ye. Em dê Tirkiyeyê ji belayeke nîv-sed-salî xilas bikin. Dema ku dîwarê terorê hilweşe, her tişt dê pir cuda be. Serketiyên serkeftina vê pêvajoyê dê Tirk, Kurd û tevahiya Tirkiyeyê bin.”

Çavkaniyekê ji nav Dem Partiyê di derheqa çekdanana PKKê de ji Kurdistan24ê re ragihandiye ku, merasîma çekdananê ya komeke PKKê dê li roja Înê li devereke girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bê lidarxistin.

Wê çavkaniyê herwesa got, “Şandeke partiya wan jî dê li roja Pêncşemê bigihîje Herêma Kurdistanê û li roja Înê dê tevlî merasîma çekdananê ya PKKê bibe.”

Herwesa Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan jî li ser pêvajoya çekdananê ya PKKê peyameke nû belav kir û tê de got, “Afirandina mekanîzma danana çekan dê pêvajoyê pêş bixe. Tiştê ku tê kirin gaveke dilxwazane ye, ji qonaxa têkoşîna çekdarî ber bi qonaxa qanûnî û siyaseta demokratîk ve. Divê ev ne wekî şkestin, lê wekî serkeftineke dîrokî bê dîtin. Hûrguliyên danana çekan tên destnîşankirin û bi lez tên pratîkkirin.”

Ocalan di peyama xwe de herwesa ragihand, “Li vê derê em tevgera PKKê bidawî dikin, ku wekî bertekek li dijî înkarkirina hebûna Kurdan û bi armanca damezrandina dewleteke cuda stratejiya wê şerê rizgariya neteweyî bû.” Herwesa got, “Êdî itîraf bi hebûna gelê Kurd hatiye kirin û ji vî alî ve armanca sereke hatiye bidestxistin.”

 
Fly Erbil Advertisment