Mesrûr Barzanî û Qasim Arecî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê hevnêrîn bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Tîtmehê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û guhartinên dawî û rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo parastina ewlehî û seqamgiriyê hate kirin.

Di mijara pirsgirêkan de, herdu aliyan piştrast kirin ku divê çareserî li ser bingeha destûrê û bi dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê pêk were.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment