Kurdistan24 nasnameya girtiyên ku bi Ocalan re derketin hat aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî weşandina peyama vîdyoyî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nasnameya kesên ku li gel wî derketibûn bûbû cihê mereqê. Şirovekarekî Kurdistan24ê yê ji bo karûbarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, derbarê van kesan de zanyarî parve kir.
Şîrovekarê Kurdistan24ê Yûsif Mehmûd, di beşdariya xwe ya di bultena nûçeyan de diyar kir ku kesên li gel Ocalan derketine kî ne û got: “Ew şeş girtiyên PKKê ku wek sekreterya Îmralî tên binavkirin. Yekem ji wan ku aliyê rastê Ebdula Ocalan e, Hemîlî Yildirim e. Ew xelkê Dêrsimê ye û beriya sala 1980 tevlî PKKê bûye. Sala 1980 heta 1994 di zîndanê de dimîne. Piştî derketinê careke din beşdarî gerîla dibe. di zîndanê de piştî Ocalan kevintirîn û pilebilindtirîn kes.
Da zanîn jî, "kesê din jî bi navê Omer Xeyrî Konar e ku ji sala 2015’ê ve li Îmralî ye, sala 1985 tevlî gerîla bûye û heta 2004 bênavber li çiya maye. 2004 di dema karên siyasî li Sûriyê hatiye girtin û radestî Tirkiyê hatiye kirin."
Herwiha got: "Veysî Aktaş, kesê aliyê çepê Ebdula Ocalan, 31 sal in di zîndanê de ye û bi sizaya heta heta ya giran hatiye sizadan. Diviya bû heta niha derketiba, lê ji ber hincetên cuda maye."
Şîrovekarê Kurdistan24ê herwiha aşkere kir jî: "Sê kesên din, ku li pê ne, beriya çend mehan bo Îmralî hatine veguhestin. Ew jî Mehmûd Yamalak, Zekî Bayhan û Ergîn Ataybey in. Mehmûd Yamalak 31 sal in di zîndanê de ye. Zekî û Ergîn jî her yek 26-27 salin di zîndanê de ne û her yek ji wan xwedî pirtûk û berhemên çandî û hunerî ne. "
Derbarê tenduristiya Ocalan de jî, Yûsif Mehmûd got: "Ocalan bi xwe çend caran behsa pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kiriye ku bi temenê wî ve girêdayî ne."
Peyama Ocalan
Rêberê girtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan îro 9ê Tîrmehê, piştî 26 salan bi peyameke vîdyoyî daxuyanî da û got: "Derbarê pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên vê qonaxa ku em gihiştinê de, min wek erkekî exlaqî dît ku bi nameyeke berfireh be jî, bersiveke aşkere û afirîner bidim we."
Ocalan di peyama xwe de got jî: "Ez li ser banga xwe ya dîrokî ya 27ê Sibata 2025an a ji bo aştî û demokrasiyê bi israr im. Divê ev rewşa niha wek encameke bi nirx û dîrokî were qebûlkirin. Di heman demê de, keda wan hevalên ku rola pirekê lîstin, hêjayî rêz û girîngiyeke heman astê ye."
Di dawiyê de Ocalan got: "Ez bi aşkere dibêjim ku ev hemû guhertin, encama wan hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Bi hişyariyeke mezin kar hatiye kirin da ku hevdîtin li ser bingeha îradeya azad bin."