Nêrînên Kurdên Stenbolê li ser çekdanîna PKKê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kurdên Stenbolê daxwaz dikin ku Tirkiye gavên bilez ji bo pirsa Kurdan biavêje û ew kêfxweş in ku şer û alozî bidawî dibin.

Kurdên Stenbolê bi rengekî erênî pêşwaziya banga Ocalan dikin û eşkere dikin ku, piştî PKK çekên xwe dane, ew dixwazin hikûmeta Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdan gavan biavêje.

Kurdên Stenbolê li ser çekdanînê bûne du cûn; cûneke welatiyan geşbîn e ku ew pêvajo dê serketî be û cûneke din jî guman dike ku banga Ocalan û çekdanîna PKKê wekî gaveke yekalî bimîne û hikûmeta Tirkiyeyê tu gavan neavêje.

Herwesa ew daxwaz dikin ku, hikûmeta Tirkiyeyê gavên bilez û kiryarkî ji bo pirsa Kurdan li wî welatî biavêje.

Hejmareke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li devera Raperînê, wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê, piştî 41 salan ji têkoşîna çekdarî û kuştina zêdetirî 40 hezar kesan di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, dê çekên xwe dane.

 
Fly Erbil Advertisment