Cano Amedî: Piştî çekdanînê, aliyê sereke divê miletê Kurd be, ne PKK

Diyarbekir (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cano Amedî dibêje, divê muhatabê rastîn ê pirsa Kurd, miletê Kurd bi xwe be û bang li dewletê kir ku mafên Kurdan di destûra bingehîn de qebûl bike.

Cîgirê Serokê PWKê Cano Amedî îro 12ê Tîrmehê, piştî ku grûpeke ji 30 endamên PKKê li Silêmaniyê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de çekên xwe şewitandin, ji K24ê re ragihand, divê pirsa Kurd ji çarçoveya navbera PKK û dewletê derkeve û bigihîje asteke neteweyî. Herwiha got: "Ev pirs di nav PKK û dewletê de ye. Bi rastî, Kurd ne alîyê vê yekê ne. Wek partî, me gotiye ku muhatabê pirsa Kurd û Kurdistanê, divê miletê Kurd be."

Amedî her wiha banga şefafiyetê kir û got ku divê hevdîtin li pêş çavên gel bên kirin, "bêyî ku were zanîn li pişt perdê û li pişt masan çi tê axaftin."

"Dewlet divê mafên Kurdan di destûrê de bi cih bike"

Derbarê gava çekdanînê de, Amedî ew weke pêngaveke sembolîk bi nav kir û got: "Îro rewş hatiye vê astê, em dibînin ku sembolîk be jî, çek hatin şewitandin." Herwiha da zanîn, li gorî peyama ku hatiye dayîn, "PKKê xwe hilweşandiye " û êdî rêxistineke bi wî navî li holê nemaye.

Li ser gavên ku divê dewlet bavêje, Amedî wiha domand: "Ev tê wê wateyê ku divê dewleta Tirk ew mafên miletê Kurd û mafên zimanî qebûl bike û di destûra bingehîn de û di jiyanê de bicih bîne."

Cîgirê Serokê PWKê tekez kir, piştî vê gava PKKê, êdî çav li dewletê ne ku ew jî gavên pêwîst ên yasayî û destûrî ji bo çareseriyê biavêje.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment