Ayşegul Dogan: Çareseriya Pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, di hevpeyvîneke taybet a bi Kurdistan24ê re, behsa rewşa zimanê Kurdî li parlamentoya Tirkiyeyê, gotûbêjên destûra bingehîn a nû, proseya çareseriyê û hêviyên ji bo pêşerojê kir. Dogan tekezî li ser wê yekê kir ku çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne û bêyî naskirina mafên Kurdan, aştî û demokrasî pêk nayê.

Rewşa Zimanê Kurdî li Parlamentoya Tirkiyeyê

Berdevka DEM Partiyê got: "Dema ez weke berdevka partiyê li navenda giştî ya partiya me daxuyaniyên çapemeniyê didim, tu astengî li hemberî bikaranîna zimanê Kurdî dernakeve. Rojnamevanên ku bixwazin, pirsên xwe bi Kurdî dikin û ez jî bi Kurdî bersiv didim. Lê belê, rastiya parlamentoya Tirkiyeyê cuda ye. Li Civata Giştî ya Parlamentoyê, ku qanûn lê tên gotûbêjkirin, em nikarin bi Kurdî biaxivin.

Sedema vê yekê ew e ku zimanê Kurdî di qeydên fermî yên parlamentoyê de weke ‘zimanê ku nayê zanîn’ (bilinmeyen dil) tê pênasekirin. Ne weke zimanekî biyanî, lê weke zimanekî “nenas” derbas dibe. Ji ber vê yekê, dema parlamenterên me hewl didin bi Kurdî biaxivin, serokatiya dîwana parlamentoyê mîkrofonan digire. Tenê dema ku nûnerên partiya me dîwanê birêve dibin, ev yek pêk nayê."

Destûra Bingehîn a nû û pêwîstiya çareserkirina pirsa Kurd

Ayşegul Dogan diyar kir: "Ji bo amadekirina destûreke nû, lihevkirineke civakî ya berfireh pêwîst e. Gelê Kurd beşeke girîng a civaka Tirkiyeyê ye û bêyî Kurdan, tu konsensûs nikare pêk bê. Di vê çarçoveyê de, çareserkirina pirsgirêka zimanê Kurdî mijareke sereke ye. Bi milyonan welatî li Tirkiyeyê bi Kurdî diaxivin, daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin û li benda misogeriya yasayî ya ji bo zimanê xwe ne.

Ev têkoşîn ne nû ye û bedelên giran jê re hatine dayîn. Em şehîd Vedat Aydin bi bîr tînin ku di sala 1991ê de ji ber ku di kongreyeke Mafên Mirovan de bi Kurdî axivî, hate qetilkirin. Gelê Kurd ji bo hebûna xwe, nasnameya xwe û zimanê xwe bedelên mezin dane û ev destkeftî bi hêsanî bi dest neketine.

Felsefeya me ew e ku hemû cudahî û dewlemendiyên li Tirkiyeyê bên parastin, ne ku di nava polîtîkayên asîmîlasyonê de bên helandin. Em çi ji bo gelê Kurd daxwaz dikin, em ji bo hemû gel, nasname, ziman û baweriyên din ên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî daxwaz dikin. Pergala heyî ya ku her kesî weke ‘Tirk’ dihesibîne û nasnameyên din paşguh dike, înkarkirina rastiya civakî û dîrokî ye. "

Proseya Aştiyê û guhertina demokratîk a pergalê

Herwiha got: "Em weke DEM Partî, ji proseya heyî re dibêjin “proseya aştiyê û rêbazên demokratîk”. Aştî bê demokrasî û demokrasî jî bê aştî nabe. Pirsa Kurd û pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê bi awayekî nelivî bi hev ve girêdayî ne û ji hev nayên veqetandin. Ne pêkan e ku li aliyekî behsa çareseriyê bê kirin û li aliyê din zext û polîtîkayên otorîter bên zêdekirin.

Pirsgirêkên ku em îro li Tirkiyeyê dijîn, ne tenê girêdayî desthilatdariyê ne, lê bi pergala sedsalî û mejiyê wê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, tenê guhertina hikûmetan têrê nake; pêwîstî bi guhertineke bingehîn û demokratîk a pergalê bi xwe heye. Polîtîkayên li hemberî Kurdan vê rastiyê radixe ber çavan. Bi salan hat gotin ku Pirsa Kurd pirsgirêka ‘teror’ û ‘ewlehiyê’ ye. Lê îro eşkere bûye ku ev pirsgirêk, pirsgirêka maf û azadiyan e; pirsgirêka gelekî ye. Kurd hene û divê mafên wan ên xwezayî û xwedayî jî hebin. Ev ne lutf û bexşandineke. Armanca me avakirina jiyaneke wekhev e ku tê de serdestî û bindestî nebe. "

Hêvî û peyamên ji bo pêşerojê

Berdevka DEM Partiyê got: "Ez ji vê pêvajoyê hêvîdar im. Her çend ev pêvajo ne weke ya salên 2011-2013an be jî, em ji tecrubeyên borî ders û hêzê werdigirin. Banga birêz Ocalan û însiyatîfa ku hatiye girtin, peyameke xurt e. Em hêvîdar in ku dewleta Tirkiyeyê jî ji salên borî yên bi êş û windahî dersan derxîne.

Îro li seranserê Tirkiyeyê, daxwaza ‘êdî bes e’ bilind dibe. Her kes dixwaze ku êdî xwîn nerije, dayik negirîn û can neşewitin. Berxwedana sedsalî ya gelê Kurd divê bigihêje armanca xwe. Ew armanc jî qebûlkirin û naskirina fermî ya nasnameya Kurd li Tirkiyeyê ye. Serkeftina vê pêvajoyê dê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê dê ji bo Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî bibe xwedî bandoreke erênî. Divê em resmê mezin bibînin da ku bikaribin nexşerêyeke rast diyar bikin. Hêviyên me mezin in û em bawer dikin ku em ê bigihêjin biratiyeke wekhev ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bibe mînak. "

Daxwaza Ocalan ya hevdîtina bi Serok Barzanî re

Ayşegul Dogan destnîşan kir jî: "Di peyama xwe ya dawî de, birêz Ocalan daxwaza hevdîtina bi hin aliyan re, di nav de Serok Barzanî, anî ziman. Ev yek nîşan dide ku divê rê li ber hevdîtinan bê vekirin û kesên ku ew dixwaze wan bibîne, bikaribin rasterast bigihêjin wî. Piştî ewqas salan, girtina însiyatîfeke ewqas mezin, xwedî hêzeke sembolîk a girîng e. Divê ev hêz baş bê fêmkirin û qedrê wê bê zanîn. "

 

 
Fly Erbil Advertisment