Sibe Dadgeha Federal li ser mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federal dê sibe li ser neşandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bicive.
Biryar e Dadgeha Federal a Iraqê sibe (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) bicive da ku fermana welayî ji bo şandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê derbixe, ku ji aliyê hikûmeta federal ve hatine birîn.
Du skala li Dadgeha Bilind a Federal li dijî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî hatine tomarkirin.
Di sakalaya yekê de daxwaz hatiye kirin ku, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji hevrikiyên siyasî û xerciyên rastîn bên cudakirin.
Di sakalaya duyê de jî daxwaz hatiye kirin ku, Dadgeha Federal Wezareta Darayî ya Iraqê pabend bike ku mûçeyên fermanber û xanenişînên Herêma Kurdistanê bi rengekê mehane di dema diyarkirî de bişîne, bêyî ku têkilî pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bên kirin an jî şiroveyên cuda cuda ji bo qanûna budceya federalî bên kirin.
Pêştir Dadgeha Federal ferman dabû ku, nabe mûçeyên fermanberan bi mijarên siyasî û pirsgirêkên teknîkî re bên tevlihevkirin û divê bên dan.
Hikûmeta federal mûçeyên mehên Gulan û Hezîranê yên fermanberên Herêma Kurdistanê neşandine û niha jî danûstandin di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên mûçexuran berdewam in.