Hejmara kuştiyên Dirûzan gihîşt 37 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand, “Ji encama şer û pevçûnên di navbera komên çekdar de li Suweydayê li başûrê Sûriyeyê, herî kêm 37 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûne.”
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ron kiriye, “Piştî revandina ciwanekî Drûrzî li ser rêya sereke ya ku Şam û bajarê Suweydayê bi hev ve girê dide, tundûtûjî li parêzgeha Suweydayê zêde bûye.”
Li gorî amarên Rewangehê û çalakvanên deverê, herî kêm 27 kes ji pêkhateya Dirûzan hatine kuştin, tevî 10 endamên pêkhateya Bedewiyan û herwesa zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûne.
Di vê navberê de, Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê hêza leşkerî şandiye wê deverê da ku girjiyan kontrol bike.
Rêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman jî duhî (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Di şer û pevçûnên Suweydayê de, 21 kes hatine kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûne.” Herwesa got, “Şer û pevçûnên giran di navbera komên çekdar de çê bûne.”
Her li gorî amarên wê rêkxistinê, di nav miriyan de 10 Drûrzî hene ku hin ji wan jî zarok in.”