Mûşekeke Îsraîlê 8 Filistînî li Xezzeyê kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Weşana Fermî ya Îsraîlê ragihand, “Ji ber şaşîtiyeke teknîkî, mûşekek li kampa Nuseyratê li navenda Xezzeyê ket û di encamê de heşt Filistînî hatin kuştin ku piraniya wan zarok in.”
Mûşekek artêşa Îsraîlê duhî (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) li kampa Nuseyratê li kertê Xezzeyê ket û di encamê de heşt Filistînî hatin kuştin ku piraniya wan zarok in. Desteya Weşana Fermî ya Îsraîlê ketina wê mûşekê ji bo şaşîtiyeke teknîkî vegerand ku, bû sedema wê yekê ku ew mûşek armanca xwe ya sereke nehingêve.
Bijîşkê Hawarhatinê yê Nexweşxaneya El-Ewdeyê Dr. Ehmed Ebû Sufyan ji peyamnêrên navxweyî re got, “Ew mûşek li xaleke belavkirina avê li wê kampê ket, şeş zarok û du mêr kuştin û 17 kesên din jî birîndar kirin.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê jî ragihand, "Ew mûşek ji bo tunekirina endamekî çalak ê Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê hat avêtin û ji ber şaşîtiyeke teknîkî bi dehan metran li dûrî armanca xwe ket û em li ser vê mijarê lêkolînan dikin.”
Neteweyên Yekgirtî di beyannameyekê de, ku duhî (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) hat parvekirin, haydarî li ser karesateke mirovî ya mezin li Xezzeyê da, eger sotemenî û alîkariyên mirovî bi zûtirîn dem ji bo wî kertî neyên gihandin."