PDK û YNK civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi serperiştiya Serok Barzanî, nivîsîngehên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) li Pîrmamê li ser arêşeya mûçeyan û yekhelwestiya Kurdan li Bexdayê civiyan.
Şanda YNKê bi serokatiya Bafil Talebanî gihîşt Pîrmamê, ku ew şand ji Qubad Talebanî, Refet Ebdila, Derbaz Kosret û Nizar Amêdî pêk tê.
Herwesa şanda PDKê jî ji Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Sîdad Barzanî, Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed pêk tê.
Ev civîna nivîsîngehên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser arêşeya mûçeyan, yekhelwestiya Kurdan li Bexdayê, hinardekirina petrolê û pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Civîna pêştir a nivîsîngehên siyasî yên PDK û YNKê û li roja 21ê Gulana 2025ê li Hola Seed Ebdila li bajarê Hewlêrê hatibû kirin. Mijara sereke ya wê civînê jî gengeşekirina pêngavên pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Ew civîn li roja Duşemê (28ê Nîsana 2025ê) di navbera şandên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serperiştiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî li havîngeha Dukanê hat kirin, ku li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parvekirina postan bû.