Li qezaya Amêdiyê êrîşî zeviyeke petrolê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Êrîşî zeviyeke petrolê ya qezaya Amêdiyê hat kirin û hilberîna petrolê li nav wê zeviyê hat rawestandin.

Peyamnêrê K24ê li parêzgeha Dihokê Mahir Şingalî got, “Sibeha îro (Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025ê) li gundê Milbirkê yê nahyeya Çemankê ya navçeya Amêdiyê, êrîşî zeviya petrolê ya Sersinkê hat kirin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere jî kir, “Di encama wê êrîşê de, agir berbû wê zeviyê û çend cihên din û tîmên bergiriya şaristanî jî bizavê dikin ku wî agirî kontrol bikin.” Amaje jî da, “Hîn nayê zanîn ka ew êrîş bi mûşek an jî bi dronekê hatiye kirin.”

Herwesa şîrketa HKNê ya Amerîkayî jî, ku li nav wê zeviyê dixebite, di daxuyaniyekê de got, “ـi ber wê êrîşê, hilberîna petrolê hatiye rawestandin.” Tekez jî kir ku, hemî desteya wê zeviyê ewle ne û tenê zirarên madî çê bûne.

Li gorî wê daxuyaniyê, ew êrîş seet 7:00 ê sibehê hatiye kirin û ew bi rayedarên wê deverê re ji bo kontrolkirina rewşê dixebitin û heta ku piştrast nebin, dest bi hilberîna petrolê nakin.

Duhî (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) êvarê jî du dronên bombekirî ketin nav zeviya petrolê ya Xurmeleyê.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her duhî (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) di ragihandinekê de êrîşên li ser her du zeviyên petrolê yên Xurmeleyê li parêzgeha Hewlêrê şermezar kirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje jî da, “Ti zirarên canî ji wan êrîşan çê nebûne, tenê zirar gihîştiye boriyên avê yên wê westgehê.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment