DEM Partî: Em spasiya Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêngava şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê wek "rojeke dîrokî" bi nav kir. Dogan da zanîn ku ev gav ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo tevahiya cîhanê peyameke girîng e û spasiyeke taybet li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber piştgiriya wê.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan îro 15ê Tîrmehê di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de axivî û bal kişand ser şer û tundiya ku li cîhanê û li herêmê serdest e û got, "Di demekê de ku şer û pevçûn zêde dibin, şewitandina çekan û tercîhkirina rêyên aştiyane, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû cîhanê peyameke bi hêz û hêvîdar e. Roja 11’ê Tîrmehê kete dîrokê û êdî ji bîr naçe."
“Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin”
Berdevka DEM Partiyê bi awayekî taybet rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêvajoyê de anî ziman û spasiyên xwe pêşkêş kir. Dogan got ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina pêvajoyê xwedî roleke jêneger e.
Dogan got: “Spasiyeke me ya taybet ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Wan ji bo avakirina bingeha pêvajoyê piştgirî dan, mêvandarî kirin û ji bo berdewamiya pêvajoyê jî israra xwe nîşan dan. Bêyî ku em navê partiyan bidin, peyama ku me li Herêma Kurdistanê dît pir girîng bû. Rojnamevan û hemû kesên ku merasîm li cihê bûyerê şopandin, dixwazin ev pêvajo leztir bibe. Ew dixwazin ku Tirkiye bigihîje aştiyeke wekhev, dadperwer, birûmet û mayînde. Dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, dewlemend û ji bo vê yekê jî amade ne ku berpirsiyariyê hildin ser milên xwe.”