Li 6 herêmên Şirnexê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parezgeriya Şirnexê ragihand, li 6 herêmên navçeya Elkê, ji ber sedemên ewlehiyê "Herêmên Ewlehiyê yên Taybet ên Demkî" hatine ragihandin û ji bo 9 rojan çûnûhatina welatiyan bo van herêman hatiye qedexekirin.

Parezgeriya Şirnexê îro 16ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir, li navçeya Elkê 6 herêm wekî "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" hatine destnîşankirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Parezgeriyê ve hat belavkirin de, hat gotin ku têketin û derketina ji van herêman ji bo welatiyan hatiye qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, ev qedexe dê sibe, 17ê Tîrmeha 2024an, dest pê bike û heta 26ê Tîrmehê berdewam bike û Ti kes bêyî destûrê nikare biçe van herêman.

 
Fly Erbil Advertisment