Wezareta Çavkaniyên Xwezayî êrîşên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya zêde li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê diyar kir û got, “Divê Hikûmeta Iraqê sînorekî ji bo wan êrîşan dane.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de got, “Seet 7:10 ê êvara îro, ji bo cara duyê bi rêya dronên bombekirî, êrîşî ser zeviya petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkayî li Baedrê li qezaya Şêxanê ya girêdayî parêzgeha Dihokê hat kirin, ku tenê zirarên madî hebûn û tu zirareke canî jê peyda nebûye.”

Wê wezaretê nîgeraniya xwe ya zêde li ser berdewambûna wan êrîşan diyar kir û got, “Em van êrîşên terorîstî bi tundî şermezar dikin, ku li ser dezgehên enerjiyê yên Herêma Kurdistanê tên kirin û metirsiyê li ser welatiyên wan deveran û ewlehiya karmendên sivîl ên sektora enerjiyê peyda dikin."

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dubare bang li hemî aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal û civaka navneteweyî kir ku, ji bo parastina canê welatiyên sivîl ên deverê, karmendên sivîl, ewlehiya enerjiyê û pêşîgirtina li êrîşên din ji bo ser sektora enerjiyê ya Kurdistanê bên ser xetê.

Wezareta navbirî amaje jî da, “Êrîşên bi dronan ên li rojên 14, 15 û 16ê Tîrmeha 2025ê li ser jêrxaneya aborî û zeviyên petrolê yên Xurmele, Sersink, Pêşxabûr û Eyn Sifnê li Hewler, Dihok û Zaxoyê zirareke madî ya mezin li ser astê hilberîna petrolê peyda kiriye.”

Wê wezaretê tekez jî kir, "Em dîsa daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku, bi erkê xwe rabe ji bo ku sînorekî ji bo van êrîşan dane.”

Dijeterora Kurdistanê îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Seet 7:10 ê êvara îro, careke din bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser zeviya petrolê ya Hand Oilê ya Amerîkayî li komelgeha Baedrê, ku girêdayî qezaya Şêxanê ya parêzgeha Dihokê ye, hat kirin.”

Ev jî di demekê de ye ku, di navbera seet 6:00 û 07:14 ê sibeha îro de bi rêya çar dronan êrîşî sê zeviyên petrolê hat kirin, ku du ji wan li rêveberiya serbixwe ya Zaxoyê û yek jî li qezaya Şêxanê ya Dihokê ye.

 
Fly Erbil Advertisment