Hevserokên DEM Partiyê serdana Demîrtaş dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, îro Pêncşemê serdana Zindana Tîpa F a Edîrneyê dikin, da ku bi Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş re bicivin.
Li gorî agahiyên ji medyaya nêzîkî DEM Partiyê, di rojeva hevdîtina di navbera hevserokan û Demîrtaş de, du mijarên sereke hene: "Pêvajoya danîna çekan a PKKê" û "azadkirina wan siyasetmedarên ku ligel Demîrtaş di Doza Kobaniyê de hatine cezakirin".
Demîrtaş ev nêzî 9 sal in ku ji ber Doza Kobaniyê girtî ye û bi destpêkirina pêvajoya nû ya aştiyê re, çaverê ye ku di demek nêz de were azadkirin.
Biryara DMME û hewldanên yasayî
Ev serdan di demekê de tê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) roja 8'ê Tîrmehê careke din biryara xwe ya derbarê Demîrtaş de piştrast kiribû û ragihandibû, girtina wî ji aliyê Tirkiyeyê ve "binpêkirina yasayî ye, ne rewa ye û li ser bingeheke siyasî hatiye kirin."
Li ser vê biryarê, Komîsyona Yasayî û Mafên Mirovan a DEM Partiyê serî li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê da û daxwaza berdana Demîrtaş û Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag kir.
Cîgirê Hevserokan: Tê payîn hefteya bê azad bibe
Derbarê mijarê de, Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê Ozturk Turkdogan pêştir ragihandibû: "Pêwîst e dadgeh bêyî derengxistinê biryara berdana Demîrtaş bide." Turkdogan her wiha da zanîn, ew pêşbînî dikin ku Selahadîn Demîrtaş hefteya bê were azadkirin.