Careke din bi dronan êrîş li kêlgeheke petrolê ya li Zaxoyê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de êrîşeke bi dronan a li ser kêlgeha petrolê ya DNO li Tawke ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ve, bi tundî şermezar kir. 

Wezareta Samanên Siruştî îro Pêncşemê, 17ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, "Îro careke din, saet 10:55, bi rêya droneke bombekirî êrîş li ser kêlgeha petrolê ya DNO li Tawke ya li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hate kirin. 

Wezareta amaje bi wê jî kir, di êrîşê de ti ziyaneke canî û madî çênebûye."

Wezareta Samanên Siruştî di daxuyaniya xwe de tekez kir: "Em van cure êrîşên li ser binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."

Herwiha destnîşan kir, wan çend caran daxwaz ji hikûmeta federal û civaka navdewletî kiriye ku "ji bo parastina jiyana welatiyên li nêzîkî van deveran û karmendên sivîl, herwiha ji bo ewlehiya enerjiyê, rê li ber êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û sektora wê ya enerjiyê bigirin."

 
Fly Erbil Advertisment