Mesrûr Barzani: Em li bendê ne ku Hikûmeta Federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Tîrmehê di peyamekê de ragihand, piştî hewldaneke zêde û nîşandana nermiyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, Encûmena Wezîran a Federal a Iraqê razîbûna xwe li ser lihevkirina hevpar a di navbera Hewlêr û Bexdayê de daye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di berjewendiya xelkê Kurdistanê de û ji bo kêmkirina zextan, hemû nermiyek nîşan da û pabendiyên xwe bi temamî bi cih anîn, û piştî hewldan û guftûgoyeke zêde, îro Encûmena Wezîran a Federal jî razîbûna xwe li ser lihevkirina hevpar a di navbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Federal de da. Em pêşwaziyê li vê pêngavê dikin û li bendê ne ku hikûmeta federal, mûçe û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne."

Herwiha got: "Spasiyeke min a mezin ji bo xweragirî û bîhnfirehiya xelkê Kurdistanê heye. Herwiha spasiya westana hemû kes û aliyan jî dikim ku hewl ji bo çareserkirina kêşeya mûçeyê dane û bi berdewamî alîkar û piştevanên me bûne."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: "Hêvîdar im mûçe û şayisteyên darayî, ku mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ne, êdî tevlihevî ti kêşe û nakokiyan nekin û em di çarçoveya destûrê de û bi rêzgirtina li rêkeftinan, kêşeyên xwe çareser bikin."

Tekezî li ser wê yekê jî kir, "Divê dawî li wan êrîşan jî bê ku tên kirin ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li ser kêlgehên petrolê. Em hêvîdar in ku hikûmeta federal, di dîtina van têkderan de alîkar be û rêkarên yasayî li dijî wan bigire."

 

 
Fly Erbil Advertisment