Çend gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser çareserkirina pirsgirêka mûçeyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî pejirandina hevfêmkirina hevpar a di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mûçeyan ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) peyamek weşand.
Hin gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kurtî:
1. Min rêzeke zêde ji xweragirî û bêhnfirehiya xelkê Kurdistanê heye.
2. Ji bo berjewendî û kêmkirina zexta li ser xelkî, me hemî nermî nîşan da û me erkên xwe bi tevahî bi cih anîn.
3. Piştî bizav û nîqaşeke zêde, hikûmeta federal jî li ser hevfêmkirina hevpar razî bû û em pêşwaziya wê dikin.
4. Em li bendê ne ku hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.
5. Ez spasiya westiyana wan kesan dikim ên ku bizav ji bo çarekirina pirsgirêka mûçeyan kir û alîkarên me bûn.
6. Ez hêvî dikim ku mûçe û mafên darayî, ku mafên rewa yên xelkê Kurdistanê ne, êdî bi tu nakokiyeyê re neyên tevlihevkirin.
7. Ez hêvî dikim ku em pirsgirêkên xwe di çarçoveya destûrê de û bi rêzgirtina li peymanan çareser bikin.
8. Divê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, xasma jî yên li ser zeviyên petrolê, bi dawî bibin.
9. Em hêvî dikin ku hikûmeta federal ji bo dîtina wan têkderan bibe alîkar û li dijî wan rêkarên qanûnî bi cih bîne.