Hiquqnas: Komîsyon dikare bo destûra nû bibe bingehek girîng

Diyarbekir (K24) – Hiqunasên Bakurê Kurdistanê derbarê avakirina komîsyonê ya bin banê parlementoya Tirkiyeyê de dibêjin dê bo çêkirina makezagona nu ya Tirkiyeyê jî bibe cerebeyek girîng ku ji bo nasîna nasnameya kurd dê bibe gavek girîng. Kurdên nav AK Partiyê de jî dibêjin avakirina komîsyonê dê pêvajoyê ji provakasyonan biparêze û rengek fermî bide pêvajoyê.  

Li ser bangewaziya îmralî û Dem Partiyê bi pêşniyara Serokê MHPê Dewlet Bahçelî, bi piştgiriya Serokomarê Tirkyeyê û bi serperiştiya Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo pêvajoya nu ya çareseriyê bin banê parlementoya Tirkiyeyê  de komîsyonek tê avakirin. Di komîsyonê de dê gavên yasayî werin gotubêjkirin û ji bo ku xalên li ser hatine hevkirin wek yasa bikevin meriyete de jî dê di parlementoyê de  werin dengdan. Hiquqnasên Bakurê Kurdistanê dibêjin ev gav ji bo çêkirina makezagona nû dê bibe bingehek girîng û ji xwe yek ji armancên avakirina komîsyonê jî ev e.

Hıquqnas Enes Akdemîr ji K24ê re got: “Avakirina komîsyonê gavek girîng e, ev yek dikare bo çêkirina makezagona nu jî bibe destpêk û bingehek girîng jî, wek mînak xala makezagonê ya ku dibêje herkes kurd e dikare were guherîn ku kurd jî dibêjin ez kurd im û mafên min hene.”

Kurdên nav Ak Partiyê de cih digirin jî avakirina komîsyonê wek gavek dîrokî û xalek werçarxanê şîrove dikin. Siyasetmedarên kurd dibêjin hebuna komîsyonek ku bi nunertiyek berfireh kar bike dê ewlekariya pêvajoyê jî biparêze.

Rêveberê AK Partiyê yê Sûrê Eyuphan Kaya dibêje: “Avakirina komîsyonê nîşaneya ciddîbunê ye û dê bi xwe re tiştên baş bîne. Wekî ku Bedîuzeamn dibêje lêborînek giştî, aştiyek giştî û wekheviyek giştî dê bi xwe re bîne.”

Hiquqnasên Bakurê Kurdistanê dibêjin avakirina komîsyonê dê rengek fermî bide pêvajoyê û zemînek hiquqî dirust bike. Her wiha bal tê kêşan ku dê komîsyon baweriya navbera aliyan de jî xurt bike.

 
Fly Erbil Advertisment