Hejmareke ciwanên Kurd li Şamê ji ber axaftina bi Kurdî hat girtin

ŞAM
ŞAM

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand ku, yekîneyeke ewlehiya giştî ya Şamê li roja Înê pênc ciwanên Kurd li taxa Mezeyê ya wî bajarî ji ber axaftina bi zimanê Kurdî girtine.

Çend çavkaniyan duhî (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) ji Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan re got ku, ew ciwan ji derdora Efrînê ne û dema ku li cîhekî giştî bi zimanê xwe yê dayikê diaxivîn hatin girtin.

Wan çavkaniyan amaje jî daye ku, endamekî hêzên ewlehiyê nêzîkî wan bûye û ji wan pirsiye: Hûn Kurd in? Dema ku wan bersiva erê da, tavilê desteyeke çekdar hat, her pênc kes girtin û birin cihekî nenas.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan tekez jî kir ku, ew pênc ciwan heta niha di destê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de mane û tu agahî li ser çarenivîsa wan an jî wî cihê ku ew jê re hatine veguhastin tune ne.

 
Fly Erbil Advertisment