80 leşkerên Estonyayê dê di çend mehên pêş de ji Iraqê vekişin

Navenda Nûçeyan (K24) - Estonya amadekariyan dike ku operasyona xwe ya leşkerî ya herî mezin a li derveyî welat bi dawî bike, biryar e leşkerê xwe di meha Îlonê de ji Iraqê vegerîne welatê xwe.

Malpera News ERRê ya Estonyayî îro (Duşem, 21ê Tîrmeha 2025ê) di raportekê de ji zarê Wezîrê Bergiriyê yê Estonyayê Hanno Pevkur parve kir, “Estonya dê hemî leşkerê xwe ji Iraqê vekişîne.”

Wezîrê Bergiriyê yê Estonyayê ragihand, "Vekişîna leşkerê me ji Iraqê nayê wê manayê ku em êdî tevlî ti çalakiyên leşkerî yên li derveyî welat nabin. Hêzên me di çarçoveya hêzên NATOyê de çalak in û dê li her deverê ku pêdivî be amade bin. Estonya ewlehiya navneteweyî wekî pareke ewlehiya xwe dibîne.”

Hêzeke leşkerî ya Estonyayê ku ji 80 endaman pêk tê ji sala 2023ê ve wekî pareke kiryara Morala Pûlayî bi serokatiya Amerîkayê li bingeheke bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin.

Efserekê hêza Estonyayê li Hewlêrê bi navê Raîd Mart Folaid ji wê ajansê re ragihand, "Erkê hêzên me parastina kesatiyan e di dema serdan û tevgerên wan ên li derveyî bingehê de li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, û herwesa tevlîbûna di erkên bersivdana bilez de di demên pêdivî de."

 
 
Fly Erbil Advertisment