Şandên Hewlêr û Bexdayê sibe li ser pirsên mûçe û petrolê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe 22ê Tîrmeha 2025an, civîneke hevbeş di navbera şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li ser mijara mûçe, dubare hinardekirina petrola Herêmê û cîbicîkirina lihevkirina di navbera herdu aliyan de, were lidarxistin.

Serokê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Etwan Etwanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, şandina mûçeyên karmendên Herêmê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve, bi pabendiyên ku di rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine destnîşankirin, girêdayî ye.

Herwiha, endama Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê Îxlas Duleymî ji K24ê re ragihand, her du şandên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê dê sibe bicivin û gotûbêjê li ser mekanîzmaya hinardekirina petrolê û dahatên nepetrolî bikin. 

Duleymî da zanîn jî, piştî destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê, Hikûmeta Federal dê mûçeyên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê yên mûçexwerên Herêma Kurdistanê bişîne.

Li ser heman mijarê, endamê Komîya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Nûrî di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi civîna sibe kir û got: “Civîneke me ya hevbeş heye ku tê de komîteyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal amade dibin, bi armanca cîbicîkirina pabendiyên Herêmê yên ku di Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar li ser hatiye dayîn.”

Nûrî herwiha eşkere kir: “Di Encûmena Wezîran a Iraqê de biryar hatiye dayîn ku Herêma Kurdistanê rojane 230 hezar bermîl petrol radestî hikûmeta federal bike û bi rêya kompanyaya SOMO bê hinardekirin, herwiha 120 milyar dînar ji dahatên nepetrolî radest bike.”

Tekez kir jî, piştî cîbicîkirina rêkeftinê û radestkirina petrol û dahatan, dê mûçeyên mûçexwerên Herêmê bi temamî bên şandin û got: “Em li bendê ne ku di civîna hevbeş a sibe de bigihîjin çareseriyekê.”

Ev hincetên Hikûmeta Federal ji bo paşxistina şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê di demekê de tên, li gor rapora şanda Hikûmeta Iraqê ya ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû, ji ber êrîşên dronan ên mîlîsên ji derveyî yasayê yên Iraqê, asta berhemanîna rojane ya petrola Herêmê ji 280 hezar bermîlan daketiye nêzîkî 80 hezar bermîlan.

Herwiha Rewangeha Eco Iraq a Aboriyê jî ragihandiye ku tenê di vê mehê de bi nêzîkî 58 dronan êrîş li ser kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

 
Fly Erbil Advertisment