Dadgeha Federal skalayên li dijî parêzgehkirina Helebceyê red kirin

Monomenta Şehîdên Helebceyê
Monomenta Şehîdên Helebceyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federal a Iraqê ew her du skala red kirin ên ku li dijî parêzgehkirina Helebceyê hatibûn tomarkirin.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro (Sêşem, 22ê Tîrmeha 2025ê) li ser du sklayan civiya û red kirin, ku li dijî biryara Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo tomarkirina Helebceyê wekî parêzgeha 19ê ya Iraqê hatibûn tomarkirin.

Ew her du skala ji aliyê şeş endamên Encûmena Nûnerên Iraqê ve li dijî Serokkomarê Iraqê, Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û her du cîgirên wî hatibûn tomarkirin, û skalakeran daxwaz kiribû ku biryara parêzgehkirina Helebceyê neqanûnî bê naskirin û bê hilweşandin.

Ev di demekê de ye ku, Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd li roja Sêşemê (29ê Nîsana 2025ê) qanûna parêzgehkirina Helebceyê îmze kir û piştre ew qelema ku ew biryar pê îmze kiribû da Parêzgara Helebceyê ya biwekalet Nuxşe Nasih.

Encûmena Nûnerên Iraqê li roja 14ê Nîsana 2025ê qanûna parêzgehkirina Helebceyê pejirand û Serok Barzanî soza xwe ya bi xelkê Helebçeyê re bi cih anî, ku li sala 2009ê di gotarekê de li ber çavên bi dehan hezar kesan gotibû, "Em dê hemî bizavan bikin ku Helebceyê bikin parêzgeh."

 
Fly Erbil Advertisment