Trump careke din Amerîkayê ji UNESCO vedikişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din biryar da ku welatê xwe ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) vekişîne. Koşka Spî ragihand, sedema sereke ya vê biryarê ew e ku rêxistin "piştgiriyê dide însiyatîfên ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê ne" û "aliyê Çînê digire".
Li gorî Cîgira Berdevka Koşka Spî Anna Kelly, Trump di wê baweriyê de ye ku UNESCO "xwedî nêrîneke dij-Amerîkî û dij-Îsraîlî ye". Kelly herwiha rêxistin bi "alîgiriya Çînê" tometbar kir û got: "Cîgirê Rêveberê Giştî yê UNESCOyê, Xing Qu, hemwelatiyekî Çînî ye, ev jî tê wê wateyê ku Çînê bandora xwe ya li UNESCOyê ji bo pêşxistina standardên cîhanî yên ku xizmeta berjewendiyên Pekînê dikin, bi kar aniye."
Li gorî madeya 2, benda 6an a destûra UNESCOyê, biryara vekişîna Amerîkayê dê di 31ê Kanûna 2026an de bi fermî bikeve warê cibicîkirinê. Heta wê demê, Amerîka dê wek endameke tam a UNESCOyê bimîne.
Siyaseta vekişînê ya Trump
Ev cara duyem e ku Amerîka bi biryara Donald Trump ji UNESCOyê vedikişe. Di dema yekem a serokatiya xwe de, Trump di sala 2017an de ji ber nakokiyên li ser helwesta rêxistinê ya li hember Îsraîlê, Amerîka ji UNESCOyê vekişandibû. Lê di sala 2023an de, di dema serokatiya Joe Biden de, Amerîka careke din vegeriya nav rêxistinê.
Vekişîna ji sazî û peymanên navneteweyî yek ji stûnên siyaseta derve ya Donald Trump e. Di dema yekem a serokatiya xwe de, Trump Amerîka ji gelek sazî û peymanên girîng vekişandibû, wek Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Peymana Keşûhewayê ya Parîsê û Rêkeftina Atomî ya li gel Îranê.
Piştî ku Joe Biden bû serok, wî Amerîka vegerand nav UNESCO û gelek saziyên din. Lêbelê, wisa diyar e ku piştî serketina wî ya duyem di hilbijartinan de, Trump careke din vedigere ser siyaseta xwe ya berê