Serok Barzanî pîrozbahî li Elî Bapîr û serkirdayetiya nû ya Komela Dadgerî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 22ê Tîrmehê di peywendiyeke telefonî de, pîrozbahî li Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr kir, bi boneya bidawîhatina Kongreya Pêncem a partiya wan.

Di peywendiyê de, Serok Barzanî pîrozbayî li Elî Bapîr û serkirdatiya nû ya Komela Dadgerî kir, ji ber lidarxistina kongreya wan û dubare hilbijartina Bapîr wek serokê partiyê. Herwiha, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji wî û serkirdatiya nû re xwest.

Kongreya Pêncem a Komela Dadgerî

Kongreya Pêncem a Komela Dadgerî ya Kurdistanê roja 19ê Tîrmehê, bi beşdariya 907 endaman ku 180 ji wan jin bûn, li bajarê Hewlêrê dest pê kiribû û du rojan dewam kir.

Di kongreyê de, Elî Bapîr wek tekane kandîd, careke din wek Serokê Komelê hat hilbijartin. Herwiha, ji nav 80 kandîdan, 29 kes ji bo Encûmena Serkirdatiyê hatin hilbijartin, ku bi serokê partiyê re hejmara encûmenê dibe 30 kes.

Komela Dadgerî ya Kurdistanê di sala 2005an de yekem car beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû û du kursî bi dest xistibûn. Di hilbijartina dawî de ku di 20ê Cotmeha 2024an de hat kirin, partiyê sê kursî bi dest xistin.

 
 
Fly Erbil Advertisment