Şelal Gedo: Kurd ne perçebûnê, belê nenavendiyê dixwazin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Naverasta Kurd li Sûriyeyê û Endamê Serkirdatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Şelal Gedo, ragihand ku Kurd bi ti awayî doza parçebûna Sûriyeyê nakin û tekez kir ku berjewendiya wan di Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî de ye. Gedo herwiha rexne li daxuyaniyên Tirkiye û Amerîkayê girt û got, ev daxuyanî aloziyê kûrtir dikin.

“Kurd qet behsa parçekirinê Nekirine”

Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de, Şelal Gedo îro 22ê Tîrmehê ji Kurdistan24 re got: "Ev tiştekî seyr û balkêş e. Şer û metirsiya perçebûnê eger hebe, li başûrê Sûriyeyê ye ku ji deverên Kurdan gelekî dûr e. Kurdan qet behsa perçebûna Sûriyeyê nekiriye. Ne çepê Kurdan, ne rastê Kurdan, ne jî partiyên me, kes doza perçebûnê nake. Berjewendiya Kurdan di Sûriyeyeke yekgirtî de ye."

Çareserî: Sûriyeyeke Nenavendî ye

Şelal Gedo tekez kir ku çareseriya rastîn ji bo krîza Sûriyeyê, avakirina sîstemeke nenavendî ye û hişyarî da ku ferzkirina sîstemeke navendî ya tund dê bibe sedema aloziyên nû. Herwiha got: "Kurd dibêjin çare Sûriyeyeke nenavendî ye. Heger Sûriyeyeke navendî ya xurt were avakirin, ew ê bibe wek bombeyeke demkî ku di paşerojê de careke din biteqe û welat tevlîhev bike."

Bandora Tom Barrack 

Di heman çarçoveyê de, Gedo amaje bi daxuyaniyên Şanderê Trump bo Sûriyeyê Tom Barrack kir, ku gotibû "Sûriye yek welat û yek artêş e û federalî ji bo Sûriyeyê nabe". Gedo destnîşan kir ku van gotinan "han da ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê berê xwe bidin Siweydayê û ew komkujiya mezin çêbibe."

Yekrêziya Kurdî

Li ser pirsa yekrêziya Kurdî, Şelal Gedo da zanîn, Kurd niha yekrêz û yekdeng in û şandeke hevbeş a Kurdî ji encama Kongreya Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatiye damezirandin, lê heta niha Hikûmeta Şamê daxwaza hevdîtinê bi wê şandê re nekiriye.

Metirsî ji siyaseta guherbar a Amerîkayê

Serokê Partiya Naverast a Kurd herwiha nîgeraniya xwe derbarê siyaseta Amerîkayê ya di bin serokatiya Donald Trump de anî ziman û metirsiya dubarebûna senaryoya Efxanistanê destnîşan kir. Wî got: "Em gelekî ji vê yekê ditirsin. Siyaseta Donald Trump bêîstiqrar e û her gav metirsî heye ku rojekê pişta xwe bide Kurdan û ji herêmê vekişe. Divê em ji bîr nekin ku peymana di navbera Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatiye girêdan û ti garantiyeke siyasî ji bo parastina mafên Kurdan di paşerojê de lixwe nagire."

 
Fly Erbil Advertisment