Li dibistaneke Amerîkayê 64 xwendekaran bawernameyên zimanê Kurdî wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Nashville yê Wîlayeta Tennessee ya Amerîkayê, 64 xwendekarên Kurd piştî serkeftina di fêrgeheke zimanê Kurdî de, bawernameyên xwe wergirtin. Bi saya vê perwerdeyê, xwendekar niha dikarin baştir bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin û bixwînin.
Ev fêrgeh bi heVahengiya di navbera Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Federasyona Rewanda Kurdistanî ya li Amerîkayê de hatiye vekirin.
Di peyameke vîdyoyî de, Wezîrê Perwerdeyê ê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Em bi vê hevahengiya bilind a di navbera Wezareta Perwerdeyê û Konfederasyona Kurdistanî de gelekî kêfxweş in. Me berhema vê yekê jî dît, dema ku 64 xwendekarên Kurd bawernameyên fêrbûna zimanê Kurdî wergirtin. Ez wan û malbatên wan pîroz dikim."
Sîra Sadiq, yek ji xwendekarên ku bawername wergirtiye, ji peyamnêrê Kurdistan24ê re axivî û got: "Em spasiya rêkxeran dikin. Me gelek sûd ji mamostayên xwe dît, destên wan sax bin. Girîng e her zarokekî Kurd fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe, da ku bikaribe baştir bixwîne û binivîse. Bijî Kurd, bijî Kurdistan!"
Li fêrgeha bajarê Nashville, komek mamosta bi awayekî xwebexş wane didin û bi kelecaneke mezin dixwazin ku zarokên Kurd ên li dîasporayê fêrî zimanê xwe bibin.
Nazdar Cemîl ku yek ji mamostayên xwebexş e, dibêje: "Ez bi xwe dayik im û mamosta me jî. Pir girîng e ku em zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û ez bang li hemû dê û bavan dikim ku heman tiştî bikin."
Ev pêngav di demekê de ye ku li çend herêmên din ên Amerîkayê jî, Kurd bi hewlên xwe fêrgeh ji bo zarokên xwe vekirine û wan fêrî zimanê Kurdî, dîroka neteweya wan û perwerdeya niştimanî dikin.