Naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê hat parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Mijara sereke ya wê civînê girêdayî pêşhatên vê dawiyê yên bicîhanîna dawî peyman û hevfêmkirinên hevpar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bûn, ku peyman hefteya borî ji aliyê encûmena wezîran ên her du aliyan ve hat pejirandin û girêdayî mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê û dahatên negirêdayî petrolê û mekanîzm û rêkarên girêdayî gavên di wê peymanê de ji hêla wezaret, aliyên peywendîdar û komîteyên hevpar ên her du aliyan ve.
Encûmena Wezîran tekez kir ku, Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe bi tevahî bi cîh anîne. Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar li hesabê Xezîneya Federal razandiye, wekî ku di wê lihevkirina hevpar de hatiye. Ji bilî şandina lîsteyên mûçeyan ên pejirandî yên Gulan û Hezîranê û denetima hûrbînkirina hevpar a her du Wezaretên Darayî, şandina terazûya pêdaçûna mehane û berdewamiya tîma hevpar a her du dîwanên Çavdêriya Darayî yên Federal û Herêma Kurdistanê di hûrbîniya demsalan a dahat û xerciyan de. ji vî alî jî ve, Herêma Kurdistanê hemî dahat û xerciyên xwe bi rengekê zelal pêşkêşî wan kirine.
Di derheqa petrolê de jî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di rojên borî de û bi rêya komîteyeke hevpar hemî hêsankarî pêşkêşî komîteya Wezareta Petrolê ya Federal û şîrketa SOMOyê kirine, ji warê biserxistina zanyar û datayan û serdanên rasterast bo hemî zeviyên petrolê yên li herêma Kurdistanê.
Komîteya teknîkî ya her du wezaretan li ser protokola destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa SOMOyê gihîştin hevfêmkiria hevpar ji bo wê petrolê ya ku niha li Herêma Kurdistanê tê hilberandin, ji ber ku ji ber êrîşên bi dronan ên terorîstî û nerewa yên vê dawiyê li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi rengekê berçav li nav wan zeviyan kêm bûye.
Ev rêkar jî pabendbûna Herêma Kurdistanê bi wê peymanê piştrast dikin, lewma li beranber jî divê hikûmeta federal pabendiyên xwe li gorî wê peymanê bicîh bîne, bi rêya şandina tavilê ya mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê, ku heta niha neşandine ev sê meh in ku mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji Mafên wan ên darayî hatine bêparkirin, ku ev mafê wan ê destûrî û qanûnî ye û nabe bi tu hincetan bên binpêkirin, xasma jî tiştê ku li ser Herêma Kurdistanê heye bi zêdehî ve jî hatiye bicîhanîn.
Encûmena Wezîran bi rêz û hurmeteke zêde ve helwesta berpirsiyarane û xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne ku, tevî rewşa darayî ya dijwar ku bûn qurbaniyên biryareke nerewa û nedestûrî, lê têgihîştina pêdivî ji bo vê rewşa nebaş a ku bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye heye û bi hestkirin bi berpirsyarîtiyeke bilind ve berevaniyê ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin. Encûmena Wezîran xelkê Kurdistanê jî piştrast dike ku, ew dê pêxemetî dabînkirina mûçe û Mafên wan tu demekê xemsariyê neke destan ji mafên wan bernede.
Encûmena Wezîran daxwazê ji medyaya Kurdistanê dike ku, bi awayekî rastgoyane û berpirsiyarane bixebitin û nebin platformek ji bo weşandina agahiyên nerast û dûrî wêrankirin, xirabkarî û şîroveyên xelet erkê xwe bi cîh bînin û nebin dengweşînkên kesên ku ji bo afirandina têkdan û xeyalê dixebitin û her tim hincetan ji bo wê zilm û stemê tînin ku li mûçexur û xelkê Herêma Kurdistanê tê kirin.
Di xala duyê ya karnameya wê civînê de, ku mêvandariya komîteyeke hevpar ji Wezareta Plankirin ê/ Desteya Standardkirin û Kontrolkirina Kalitiyê, Wezareta Darayî û Aborî / Rêveberiya Giştî ya Gumrikan, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê / Rêveberiya Giştî ya Pêşxistina Pîşesaziyê û Wezareta Navxwe kiribû, wê komîteyê tekista peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser danana mekanîzmên hevahengî û alîkariyê di navbera her du dezgehên standardkirin û kontrola kalitiyê yên federal û Herêma Kurdistanê de di çarçoveya taybetmendî û desthilatdariyên destûrî de pêşkêş kir. bi awayekî di çarçoveya wê peymana hevpar de, bawernameyên pişkinîna kelûpel û berheman ji hêla her du dezgehên standardkirin û kontrola kalitiyê ya karî ve kar pê tê kirin.
Ji bo vê meremê jî, ew dê rêkarên xwe bikin yek û Desteya Standardkirin û Kontrolkirina Kalitiyê ya Herêma Kurdistanê dê bibe aliyê taybetmend ji bo vê mijarê, mîna dezgeha hevtaya xwe di hikûmeta federal de.
Piştî nîqaşê, Encûmena Wezîran destxweşî li komîteya hevpar a wezaretên peywendîdar ji bo gihîştina vê lihevkirina bi hevpîşeyên xwe yên di hikûmeta federal de kir, û bi yekdengî biryara pejirandina lihevkirina xwe da û wezaret û aliyên peywendîdar raspartin ku di çarçoveya desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê û qanûnên berkar li Herêma Kurdistanê de, wekî ku di protokola hevpar a komîteyê de hatiye, rêkarên pêdivî bi cîh bînin.
Ev biryara Encûmena Wezîran dê roleke girîng di hêsankirin û yekkirina rêkarên pişkinînê de bilîze, bi rengekê ku ew asteng bidawî tên ên ku bûne sedema arêşeyên lengkirina tevgera bazirganî û livîn û lihevguhertina berhem û kelûpel û pêdivîtiyan di navbera her du aliyan de, ku bûbû sedema gil û gazinên hawirdekar û bazirgan û xwediyên projeyên berhemîneran li deverên Herêma Kurdistanê û Iraqê.