Ji Qamişlo bo Siweydayê: Kiryarên li dijî Durziyan hatin şermezarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo hejmarek mafperwer, rojnamevan û welatiyan û bi beşdariya welatiyên Durzî, xwepêşandanek li dijî bûyer û komkujiyên dawî yên li bajarê Siweydayê lidar xist û tawanên li dijî welatiyên sivîl şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de, beşdaran tawanên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve li dijî welatiyên Durzî hatine kirin bi tundî şermezar kirin. Xwepêşanderan tekez kirin ku ew bi ti awayî sîstemeke navendî li Sûriyeyê qebûl nakin û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember van binpêkirinan bi erka xwe rabe.
"Metirsî li ser Kurdan jî hene"
Ji aliyê xwe ve, mafperwerê Kurd Zekî Hacî jî amaje bi wê kir ku li dijî pêkhteya Durizî rastî komkujiyên hovane tên, koçberkirin çêdibin û mal û milkên wan tên şewitandin. Berî wê jî, pêkhateya Elewî li navçeyên bereva Sûriyeyê.
Herwiha got: “Ji van bûyeran diyar dibe ku cihê pêkhateyan di vê rêjîma ku nû hatiye de tune ye. Ji ber wê jî, ew wek Kurd li Rojavayê Kurdistanê metirsî li ser me zêde dikin.”
"Gundê min şewitandin û xelkê min kuştin"
Di nava xwepêşanderan de, çalakvanê ji Siweydayê Nîdal Ebdullah ku niha li Qamişlo dimîne, bi xemgînî behsa rewşa herêma xwe kir û got: "Gundê min bi temamî hate şewitandin û kesên tê de hatin kuştin. Ez niha li Qamişlo, di nav heval û kesûkarên xwe de me. Ez dixwazim nameyekê bigihînim civaka navneteweyî û her dengekî azad; Siweydayê rizgar bikin û korîdorên mirovî vekin. Pêwîstiya me bi lêkolînên navneteweyî li ser komkujiyên hatine kirin heye."
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, kiryarên weke kuştin, talankirin, dizî, şewitandin û darvekirinên li meydanan ku li Siweyda û peravên Sûriyeyê pêk hatine, binpêkirinên eşkere yên li dijî yasayên navneteweyî ne. Hat tekezkirin ku divê sînorek ji van kiryaran re were danîn da ku nebin gefeke metirsîdar li ser pêkhateyên din ên Sûriyeyê.