HSD û Şamê li ser rêveberiya hevbeş a deriyên sînorî û bendavan lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên ji Rêveberiya Xweser aşkere kirin, çend roj berê li paytexta Urdinê, Emmanê, civîneke girîng di navbera şandeke bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û şandeke hikûmeta Sûriyeyê de, bi amadebûna nûnerê Amerîkayê, hatiye lidarxistin.
Li gorî ajansa "Al-Arabiya" di civîna Emmanê de ji bilî Mezlûm Ebdî û şanda hikûmeta Sûriyeyê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Thomas Barrack jî amade bûye.
Heman çavkaniyan diyar kirin, di civînê de "pêşketineke berbiçav" di çend mijarên serekî de çêbûye. Li gor zanyariyan, herdu alî li ser van xalan li hev kirine:
- Rêveberiyeke hevbeş ji bo deriyên sînorî.
- Lihevkirinek ji bo rêveberiya hevbeş a Bendava Tişrînê.
Çavkaniyan herwiha destnîşan kir, HSDê di civînê de amadehiya xwe ji bo tevlîbûna di nava artêşa Sûriyeyê de weke " feyleqeke serbixwe" nîşan daye. Lê belê, di civînê de ti dema diyarkirî ji bo vê yekbûnê nehatiye destnîşankirin.
HSDê daxwaz kiriye jî, hebûna xwe ya leşkerî li herêmên di bin kontrola xwe de biparêze. Gotûbêjên li ser dosyayên girîng ên weke girtîgeh û zeviyên petrolê ji bo demeke din hatine paşxistin.
Civîna Parîsê hate paşxistin
Ev pêşhat di demekê de ye ku berê hatibû ragihandin ku dê şandek bi serokatiya Mezlûm Ebdî li Parîsê bi nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bicive. Lê belê, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Kerîm Qemer ragihand, ew civîna ku biryar bû bi sponseriya Fransayê were lidarxistin, "hatiye paşxistin".
Kerîm Qemer sedemên paşxistinê û demek nû ji bo civînê diyar nekir.