Li Siweydayê 120 termên nenas di goreke bikomî de hatin veşartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Tenduristiyê yê Siwêdayê Dr. Usame Qendleft û Bijîşkê Dadî Dr. Ekrem Neîm di daxuyaniyekê de da zanîn, 120 termên welatiyên parêzgehê di goreke komî de veşartin.

Dr. Usame Qendleft diyar kir, roja 23ê Tîrmehê wan bi belgekirineke tam, termên kuştiyên ku li Nexweşxaneya Niştimanî bûn yên ku malbatên wan nehatibûn naskirin, veşartine. 

Da zanîn jî, ev pêngav bi erêkirina oldarên navdar ên herêmê hatiye avêtin.

Li gorî Dr. Qendleft, 502 cenaze gihiştibûn nexweşxaneyê, malbatan dora 380 term wergirtibûn. 120 termên ku kesên wan nehatibûn naskirin, li goristana bikomî ya li rojhilatê bajarokê Rehayê, bi amadebûna oldar û tîmên tenduristiyê, hatin veşartin. 

Dr. Qendleft tekez kir jî, cenazeyên jinan û mêran ji hev cuda hatine veşartin.

Ji aliyê xwe ve, Bijîşkê Dadî Dr. Ekrem Neîm tekezî li ser wê yekê kir ku termên ku di gora bikomî de hatine veşartin, bi tenê yên welatiyên Siwêdayê ne.

Dr. Neîm aşkera kir jî, çendîn termên endamên "Ewlekariya Giştî" û du cenazeyên din ên "Eşîran" hîna jî di sarxaneya Nexweşxaneya Niştimanî de tên parastin. Herwiha, wan agahî derbarê van terman de dane Heyva Sor ji bo ku çarenivîsa wan, yan bi şandina wan ji bo Şamê, yan jî bi awayekî din, were birêvebirin.

Di dawiyê de, her du bijîşkan piştrast kirin ku proseya veşartinê bi amadebûna bijîşkê dadî, oldaran û Heyva Sor bi rê ve çûye û armanc ew bû ku kuştî were veşatin û rê li ber belavbûna nexweşiyan were girtin.

 
Fly Erbil Advertisment