Keçeke din a Êzidî hat rizgarkirin

Rêham Hecî Hemê
Rêham Hecî Hemê

Navenda Nûçeyan (K24) - Keçeke din a Êzidî, ku piştî dagirkirina Şingalê û parêzgeha Neynawayê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, piştî derbazbûna 11 salan hat rizgarkirin.

Li gorî Peyamnêrê K24ê li Dihokê Mahir Ilyas, ew keç, ku navê wê Rêham Hecî Hemê ye û jiyê wê 20 sal e, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li Kampa Holê hatiye dîtin û rizgarkirin.

Dema ku Rêham ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, jiyê wê tenê neh sal bûn. Xûşkek û pênc birayên wê jî digel 30 kesên din ji kesûkarên wê yên nêzîk, ku ew jî ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin, hîn jî winda ne.

Dayik û bavên Rêhamê, ku li Kampa Îsyayê ya komelgeha Şêxanê dijîn, niha çûne Rojavayê Kurdistanê da ku keça xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.

Her li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, ev keç li sala 2014ê, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Xanesorê de, bi 77 endamên malbata xwe û kesûkarên xwe re ji hêla Çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin, lê piştî 11 salan zêdetirî 30 ji wan hîn jî winda ne.

 
Fly Erbil Advertisment