Medyaya Tirkiyeyê: Pêvajoya çekdanînê ya PKKê dê berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Tirkiyeyê parve kiriye, “Piştî ku hejmareke çekdarên PKKê çekên xwe pûç kirin, ew pêvajo berdewam e û hejmareke din jî çekên xwe pûç dike.

Medyaya nêzîkî Hikûmeta Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) parve kir, “Pêvajoya çekdanîna ya PKKê piştî 11ê Tîrmehê berdewam e. Endamên PKKê çekên xwe li cihê diyarkirî li Herêma Kurdistanê dadinin û ew pêvajo ji hêla hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MIT) ve tê birêvebirin.

Medyaya navbirî herwesa ragihand ku, piştî edilandina hin ji qanûnên Tirkiyeyê, ew endamên PKKê yên ku tevlî çi tawanan nebûne dikarin vegerin Tirkiyeyê. Hejmareke kêm a wan kesên ku tevlî tawanan bûne jî dikarin bi rêkarên taybetî vegerin Tirkiyeyê.

Lêkoler û çavdêrê siyasî yê Bakurê Kurdistanê Ebdulrehîm Semawî jî îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Hejmareke wan kesên ku çekên xwe danîne serdana Îmraliyê kiriye û bi Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan re civiyane. Herwiha hevdîtinên di navbera Ocalan û serkirdeyên payebilind ên PKKê de jî berdewam in û Hikûmeta Tirkiyeyê rê ji bo van hevdîtinan xweş kiriye."

Hevserokê Partiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, ew dixwazin qanûnên li diî demokrasiyê li Tirkiyeyê biguherînin û qanûneke demokrasî û azadiyê bê danan, ji ber ku ew nikarin gavên nû bavêjin ku Ocalan daxwaz jê kiriye, bê ku karên komîsyona parlamentoyê nebînin ku ji bo wê wê pêvajoyê tê damezrandin.

 
Fly Erbil Advertisment