Şanda Dem Partiyê li Îmraliyê bi Ocelan re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê bi serdaneke ranegihandî çû Îmraliyê û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan re civiya.

Medyaya nêzîkî Dem Partiyê îro (În, 25ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Bi serdaneke ranegihandî, Şanda Dem Partiyê çû Îmraliyê û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan re civiya.

Şanda Dem Partiyê ji Cîgira Serokê Parlamentoyê Pervin Buldan, Parlamenterê Dem Partiyê Midhat Sancar û parêzerê Abdullah Ocalan Ozgûr Erol pêk tê.

Ev serdana şeşê ya şanda Îmraliyê ye ji bo Ocalan û tê payîn ku, ew pêşketinên dawiyê yên pêvajoya aştiyê bi wî re nîqaş bikin.

 
Fly Erbil Advertisment