Li Elkê qedexe hat ragihandin

Diyarbekir (K24) - Li Elkê ya navçeya Şirnexê 5 herem demkî wek herema teybet hatin nîşandan u 9 rojan qedexê hat ragihandin.
Di daxuyanîya parezgehîya Şirnexê de wiha hat gotin:
"Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî di nav de li 5 heremên di sînorên Navçeya Elkê ya Şirnexê de, ji 26ê Tîrmehê heta 3ê Tebaxê seat 00.01ê ev herêm demkî wekî Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nîşandan û ji bo 9 rojan hatine qedexekirin.’’