Hakan Fîdan: Divê HSD demildest bi Şamê re lihev bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di zûtirîn dem de bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bikin û gef lê xwar ku Tirkiye ji bo hemû senaryoyan amade ye û ew ê 40 salên din li bendê nemînin.
Hakan Fîdan duh 25ê Tîrmehê di hevpeyvîneke ligel televîzyoneke Tirkî de diyar kir, nabe çek li Sûriyeyê li derveyî desthilata dewletê û di destê aliyên din de bin.
Tekez kir jî, "pêwîst e HSD di zûtirîn dem de bi hikûmeta Sûriyeyê re bigihêje rêkeftinê" û wiha domand: "Tirkiye ji bo hemû senaryoyên li Sûriyeyê amade ye û ji bo 40 salên din li bendê namîne."
Fîdan di beşeke din a axaftina xwe de destnîşan kir, hikûmeta Sûriyeyê hewl dida rê li ber aloziyên li Siweydayê û şerê di navbera Durzî û Bedoyan de bigire, lê Îsraîlê rê neda ku hêzên hikûmetê karê xwe bikin.
Herwiha, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekezî li ser wê yekê kir ku nabe ti welatek bibe gef li ser aramî û yekparçebûna axa Sûriyeyê û got ku wan ev peyam ji Îsraîlê re jî şandiye.