Veysî Aktaş hat azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Veysî Aktaş, ku yek ji girtiyên Îmraliyê bû û 10 salan bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re ma, piştî 31 sal û sê mehan zindanîkirin, îro 26ê Tîrmeha 2025an, hat azadkirin.

Li gorî agahiyên ji medya nêzîkî PKKê, Aktaş di sala 2015an de ji bo Girtîgeha Girava Îmraliyê hatibû veguhestin û di demên dawî de weke endamê sekreteryaya Ocalan dihat naskirin.

Di çarçoveya hewldanên "pêvajoya aştiyê" de, Aktaş du caran derketibû pêşberî kamerayan. Yekem car di 27ê Sibata îsal de, dema belavkirina peyama yekem a Ocalan bû. Cara duyem jî di 9ê Tîrmehê de, di dema weşandina dîmenên vîdyoyî yên Ocalan de bû.

Veysî Aktaş ku xelkê Diyarbekirê ye, di sala 1994an de bi tometa "cudakirina beşek ji axa di bin serweriya dewleta Tirkieyeyê de" hatibû girtin û cezayê hetahetayê lê hatibû birîn.

Li gorî yasayê, dema cezayê Aktaş di 28ê Nîsana 2024an de bidawî bûbû, lê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Îmraliyê, berdana wî salekê paş xistibû.

 
 
Fly Erbil Advertisment