Êrîşeke çekdarî li ser dadgeha Zahidanê pêk hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Zahidan ê parêzgeha Sîstan û Belûçistan a Îranê, komeke çekdar êrîşî avahiya dadgehê kir. Di encama êrîşê de 5 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.
Komeke çekdar a ser bi "Ceyş El-Edl" îro 26ê Tîrmehê êrîşî avahiya dadgehê ya li bajarê Zahidanê kir.
Koma Ceyş El-Edl, ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve weke "rêxistineke terorîst" tê binavkirin, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, çekdaran bi ser avahiya dadgehê ya li cadeya Azadî de girt û piştî ketina hundir, dest bi reşandina guleyan kirin.
Li gorî amarên destpêkê, di êrîşê de bi giştî 5 kes hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne. Ajansa "Tesnîm" ragihand ku sê ji êrîşkaran bi guleyên hêzên bejayî yên Supaya Pasdaran hatine kuştin. Di nav birîndaran de hejmarek welatiyên ku ji bo karûbarên xwe li dadgehê bûn hene û birîna hinek ji wan giran e.
Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Zahidanê, Dr. Mihemed Hesen Mihemedî ji Tesnîmê re got, hemû birîndar li nexweşxaneya Xatem El-Enbiya di bin çareseriyê de ne.
Piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê û tîmên hawarçûnê demildest gihiştin cihê bûyerê, li herêmê qedexeya derketina derve ragihandin û ji bo girtina êrîşkarên din operasyoneke berfireh dan destpêkirin.
Ev ne cara yekem e ku Ceyş El-Edl êrîşên bi vî rengî pêk tîne. Di sala 2023an de jî, vê komê êrîşî navendeke polîsan a li Zahidanê kiribû û di encamê de du efserên polîs û çar çekdar hatibûn kuştin.