Mesrûr Barzanî: Em amade ne bi Bexdayê re li ser yasaya nû ya petrolê gotûbêj bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe derbarê bikaranîna mûçeyê fermanberan û xanenişînên Herêma Kurdistanê de diyar kir ku wek karteke siyasî di nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye bikaranîn; herwiha dibêje, li gorî yasa û destûra Iraqê, mafê mûçexwaran e ku mûçeyên xwe bêyî derengketin werbigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 26ê Tîrmeha 2025an di hevpeyvînekê de ligel kanala "Al Sharq News" ku kurteyek jê hatiye belavkirin, tekez kir, li gorî yasa û destûra Iraqê mafê mûçexwarên Herêma Kurdistanê ye ku mûçeyên xwe di dema xwe de, bêyî ti derengketin û kêşeyekê werbigirin.

Mesrûr Barzanî, herwiha nîgeraniya xwe anî ziman ku pirsa mûçeyê fermanberan û mûçexwarên Herêma Kurdistanê wek karteke siyasî hatiye bikaranîn. Ew dibêje, ev kar nayê qebûlkirin, ji ber ku heta Dadgeha Federalî jî derbarê mûçeyê de biryar daye û tekez kiriye ku nabe ev bibe beşek ji dubendiyên navbera Bexda û Hewlêrê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha gotiye, tevî ku yasa, destûr û Dadgeha Federalî jî piştgiriyê didin şandina mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê, lê mûçeyê welatiyên Herêma Kurdistanê sê meh dereng ket û çend roj berî niha, tenê mûçeyê meha Gulanê ji aliyê Bexdayê ve hate xerckirin.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, Wezareta Darayî ya Federalî ketiye nav hûrgiliyên mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê û ev yek binpêkirina destûra Iraqê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê jî kir, çareseriya destûrî ya vê pirsê, rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê de ye li ser para Herêma Kurdistanê di bûdceya giştî ya federalî ya pêşerojê de. Herwiha got, em amade ne ligel Bexdayê derbarê yasaya nû ya petrolê de guftûgoyan bikin. Ronahî xiste ser wê yekê ku Hewlêr hewl dide ligel Bexdayê hevkar û hevaheng be ji bo ji nû ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwiha derbarê êrîşên bi dronan ên li ser kargehên petrolê yên Herêma Kurdistanê de got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên ewlehiyê dizanin ka kîjan alî li pişt van êrîşan e, lê ew bi baş dizanin ku li benda encamên lêkolînên aliyên pêwendîdar bimînin. Herwiha behsa wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêguman di vî warî de ligel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Iraqê di nav hevahengiyê de ye.

Derbarê aloziyên li navçeyê jî, Mesrûr Barzanî tekez kir, her aloziyeke ewlehiyê li navçeyê, dê bandor û encamên wê yên neyînî li ser herkesî hebin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Siûdiye û Îranê re ragihand, pêwendiyên ligel Riyadê pir baş û dîrokî ne, herwiha Hewlêr rêzê li pêwendiyên xwe yên ligel Tehran û welatên cîran digire û naxwaze bibe gef li ser yek ji welatên cîran û di heman demê de nebûye beşek ji pirsgirêkên navbera Îran û Îsraîlê.

Derbarê Sûriyê de jî, Serokwezîr got, pêwîst e Şam derî li ber Kurdan veke û daxwaziyên Kurdên Sûriyê pêk bîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment