Siyasetmedarekî Sûrî: Tekane rêya parastina Sûriyeyê, sîstemeke nenavendî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û nivîskarê Durizî yê Sûrî Cebir El-Şofî ji K24 re ragihand, êrîşkarên ser Siwêdayê hemû çekdarên DAIŞ û çeteyên din bûn û tekez kir ku baweriya wan bi hikûmeta Şamê nemaye û çareseriya Sûriyê di sîstemeke nenavendî de dibînin.

Cebir El-Şofî diyar kir, li Siwêdayê rêkeftinek çêbûye ku armanca wê ew e ku "destêwerdana desthelata Şamê di karûbarên Siwêdayê de nebe" û divê xelkê Siweydayê bi xwe karûbarên xwe birêve bibin û hemû rêkaran ji bo parastina xwe werbigrin.

Derbarê êrîşkaran de, El-Şofî got: "Ewên ku êrîşî Siweydayê kirin hemû DAIŞ, Cebhet El-Nusra û çete bûn. Ew hemû çekdarên terorîst in ku binpêkariyên hovane li dijî Duriziyan kirin. Mal şewitandin, gund bi temamî wêran kirin û gulle rasterast li xelkê reşandin." El-Şufî destnîşan kir ku wan gelek "belge kom kirine" da ku radestî navendên navdewletî bikin.

Siyasetmedarê Durizî rexne li hikûmeta Sûriyeyê girt û wiha axivî: "Baweriya me bi vê hikûmetê û dezgehên wê nemaye. Em hêvî dikin ku dewleteke rastîn, dewleteke hemwelatiyan û dewleteke yasa û mafan were avakirin ku mafê hemû pêkhateyan, çi Kurd, çi Elewî, çi Durizî û çi Erebên Sunnî, biparêze."

Li ser paşeroja Sûriyeyê, El-Şufî çareserî di sîstemeke nenavendî de dît û got: "Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê daxwaza dewleteke ne-navendî bikin ku tê de her dever bikaribe bi xwe rêveberiya xwe bike. Ev ne parçebûn e, belkû berevajî, ev yekane rê ye ji bo parastina yekparçeyiya xaka Sûriyeyê."

 

 

Fly Erbil Advertisment