Komîsyona Nû: Çareseriya pirsa Kurd an zemîna vegera endamên PKKê?
Diyarbekir (K24) – Komîsyona ku di bin banê Parlementoya Tirkiyeyê de bo pêvajoya nû tê avakirin di nava partiyên opozîsyonê de jî dibe cihê hêviyê. Partiyên nêzîkî desthilatê jî yên opozîsyonê jî dibêjin, bo çareseriya pirsa kurd pêdivî bi zemînek wisa fermî û karîger hebû ku dê komîsyon bibe wesîle gavên wêrek û hevpar werin avêtin.
Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji partiyên ku di parlementoyê de koma wan heye re nameyek şand û xwest ku heta 31ê tîrmehê navê kesên ku beşdarî komîsyonê bibin destnîşan bikin. Komîsyon dê ji 51 kesan pêk bê. Siyasetmedarên kurd ên nava opozîsyonê de cih digrin jî balê dikêşin ku ew bi hêvî ne komîsyon bikaribe sudê bide çareseriya pirsa kurd ji ber ku vê carê pêvajo li ser zemînek hiquqî û fermî dimeşe.
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Saadetê Abdurahman Ergîn ji K24ê re got: “Em bawer dikin ku bin banê parlementoyê de pirsa kurd were çareserkirin, emê jî wek partiya saadete bin banê Partiya Rêya Nû de endaman bidin komîsyonê. Gel dixwaze di desturê de ziman û çanda xwe bibîne û emê jî bo vê yekê daxwazan komîsyonê de bînin ziman.”
Di komîsyonê de bo Ak Partî 21, bo CHPê 10, bo DEM Partî 4, bo MHP 4, bo îyî partî 3 bo partiya rêya nû 3 endamtî hatine veqetandin partîyên koma wan nîne jî dê bikaribin endamek bidin komîsyonê ku HudaPar jî yek ji wan partiyan e ku rayedarên HudaParê dibêjin dê komîsyon karîger be.
Endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê Huda Parê Mahmut Emînoglû dibêje: “Qasî tişta me ji vê pêvajoyê fam kirî di komîsyonê de mafên kurdan nayê axaftin, ev komîsyon dê li ser vegera endamên PKKê zemîna hiquqî saz bike. Eger meseleya mafên kurdan jî were rojevê dê HUDAPAR wekî her dem gotina xwe bêje.”