Sûriye: Ji dema revîna Esed ve zêdetir ji 3300 kesî hatine kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amarên binpêkariyan piştî revîna Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed eşkere kir û ragihand, di heyama nêzîkî 8 mehan de, 3369 bûyerên "kuştina meydanî" li seranserî Sûriyeyê belge kirine, ku piraniya wan bi sedemên taîfî û herêmî hatine kirin.
Rewangehê di raporteke berfireh de da zanîn, ji 8ê Berçileya 2024an heta 26ê Tîrmeha îsal, li Sûriyeyê bi hezaran sivîl, di nav de jin û zarok, bûne qurbaniyên êrîşên plankirî yan jî operasyonên kuştina rasterast. Li gorî Rewangehê, ev tawan ji aliyê hêzên ser bi wezaretên berevanî û navxweyî, komên çekdar ên bi piştgiriya desthilatê, û herwiha komên eşîrî yên çekdar ve hatine kirin.
Herêmên Siweyda û herêmên beravê wekî du qadên herî zêde ku tundiya taîfî lê rû daye, hatin destnîşankirin. Tenê li van her du herêman 2610 sivîl, di nav de jin û zarok, bûne qurbaniyên kuştinên taîfî.
Raportê bi taybetî bal kişand ser komkujiya Siweydayê ku tenê di meha Tîrmehê de bûye sedema kuştina 928 kesan, ku ji wan 250 kes bi awayê "îdama meydanî" hatine kuştin.
Amaje bi wê yekê jî kir, desthilata niha ya Sûriyeyê hewl dide xwe ji van tawanan bê berpirsiyar nîşan bide û bi rêya dezgehên xwe yên medyayî rastiyan vedişêre û qurbaniyan wekî "sîxur" an "fitnekar" bi nav dike.
Di beşeke din a raportê de, Rewangeha Sûrî rexne li "Lijneya Lêkolîna Rastiyan" girt û diyar kir ku lijne di pirsyarkirina berpirsên rastîn ên komkujiyan de têk çûye û tenê binpêkarî tomar kirine bêyî ku bikeve kûrahiya biryardanê. Herwiha, lijneyê şahidiyên qurbaniyan, bi taybetî li gundewarê Tertûs û Laziqiyê, paşguh kirine.
Rewangehê tekez kir, li cem wan belgeyên bi deng û wêne hene ku tekez dikin ku ev "kuştin" ne rasthatinî bûn, lê bi armancên taîfî yên eşkere hatine kirin û di dema wan de siloganên dijminane hatine bikaranîn.
Bi giştî, ji dema komkujiyên li herêmên beravê di Adara borî de heta niha, Rewangeha Sûrî kuştina 3209 welatiyan belge kiriye, ku 93 ji wan jin û 44 jî zarok in.