Li Lozanê Banga Mafê Çarenûsê: Yekbûna Kurdan Aştiya Cîranan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL), li heman cihê ku 101 sal berê Peymana Lozanê lê hatibû morkirin, bi beşdariya siyasetmedar, akademîsyen û huqûqnasên Kurd, komxebatek bi navê "Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan" li dar xist. Di encama komxebatê de deklarasyonek hate weşandin ku tê de hat tekezkirin, "doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye" û banga yekîtiya Kurdan wekî bingeha aştiya herêmê hate kirin.

Komxebat li Chateau d'Ouchy ya li bajarê Lozanê yê Swîsreyê pêk hat û ji sê rûniştinên sereke pêk dihat. Di rûniştinan de rewşa dîrokî û huqûqî ya Peymana Lozanê, têgehên wekî mafê çarenûsê û serwerî, û herwiha rewşa siyasî ya li Kurdistanê ji aliyê serok û nûnerên partiyên siyasî ve hatin nîqaşkirin.

Rûniştina Yekem

Di rûniştina yekem de nivîskar Evîn Çîçek, huqûqnas Şehmus Özdemir û huqûqnas Celal Baykara serdema Peymana Lozanê ji alîyên dîrokî û huqûqî ve nirxandin. 

Rûniştina Duyem 

Di rûniştina duyem de akademîsyen Behrooz Şucaî, akademîsyen Sharo Garîp û nivîskar Diyax Polat li ser mafê çarenûsê, netewbûn û serweriyê nîqaş kirin. 

Rûniştina Sêyem

Di rûniştina sêyem de serokê HAK PARê Düzgün Kaplan, serokê PSKyê Bayram Bozyel, serokê PWKyê Mustafa Özçelik, serokê PAKURDê Gewran Goyî û nûnerê PDKSyê Cemal Meraî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê peyivîn.

Deklarasyona Komxebatê

Di dawiya komxebatê de, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar deklarasyona encamnameyê pêşkêş kir û got, "Me xwest di demeke dîrokî de, li mekaneke dîrokî, helwesteke dîrokî nîşan bidin."

Xalên Sereke yên Deklarasyonê:

- Mafê Çarenûsê Gerdûnî ye: Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku mafê çarenûsê mafekî gerdûnî ye ku di maddeya yekem a peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye pesendkirin. Lewma divê Kurd jî wekî hemû neteweyên cîhanê karibin çarenûsa xwe diyar bikin.

- Doza Kurdistanê Neteweyî ye: Hat tekezkirin ku doza Kurdistanê ne tenê doza demokrasî, mafên mirovan an jî paşvemayîna aborî ye, belkû dozeke neteweyî ye ku van hemûyan di nav xwe de dihewîne. Necat Zanyar bibîr xist ku zana û pêşewayên Kurdan herî kêm 300 sal in ku mafê serweriya neteweyî diparêzin.

- Sîstema Heyî Nameşe: Deklarasyonê bal kişand ser guherîna sîstema heyî ya li Rojhilata Navîn û cîhanê û da zanîn ku rizgarî û serweriya Kurdan dikare krîza serweriyê ya li herêmê çareser bike û balanseke nû ava bike. Herêma Kurdistanê ya Federal û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wekî du mînakên girîng hatin nîşandan.

Yekbûna Kurdan, Aştiya Cîranan: Wekî encama herî girîng, komxebatê prensîba "yekbûna Kurdan, aştiya cîranan" pejirand û tekezî li ser wê yekê kir ku pêdiviya herî mezin a Kurdistana dabeşkirî, yekîtî û pêkvejiyan e.

Xelatkirina Piştgirên Enstîtuyê

Piştî komxebatê, ji bo kesên ku piştgirî dane Enstîtuya Kurdî ya Lozanê plaket hatin dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment